Ji bo eskerên ku li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê şehîd bûn li Hekariyê merasim hat lidarxistin

Hakkari
Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê wextê di şikefteke ku rêxistina terorê bi kar aniye da fealiyeta lêgerîn û kontrolê dihat kirin, esker bi xaza metanê ketin û şehîd bûn. Cinazeyê 6 eskerên ku şehîd bûn, bi merasimê şandin bajarên wan.
Merasim li Balafirgeha Selahaddîn Eyyubî ya Yuksekovayê hat lidarxistin. Darbesta cinazeyên şehîdan ên Peyadeyê Texmen Furkan Sert, Peyadeyê Komando Çawîşê Qidemdar ê Binefser Fîkret Mangura, Çawîşê Pispor ê Îstîqam Umît Uzum, Çawîşên Pispor ên Peyade Enver Yaman û Kanî Obî û Erê Bipeyman ê Peyade Celattîn Uyanik bi alaya Tirkiyeyê pêçan û anîn qada merasimê.
Piştî rêzgirtinê kurtejiyana şehîdan hat xwendin û dia hatin kirin.
Cinazeyên şehîdan bi balafirên Artêşa Tirkiyeyê şandin bajarên wan.
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Sererkan Orgeneral Metîn Gurak, Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu, Fermandarê Hêza Esmanî Orgeneral Ziya Cemal Kadioglu, Fermandarê Hêza Behrê Oramîral Ercument Tatlioglu, Waliyê Hekariyê û Cîgirê Şaredar Alî Çelîk, Fermandarê Tumena Peyadeya 3yemîn a Yuksekovayê Tumgeneral Ferat Vural, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Tûxgeneral Necîp Çarikcioglu, alîkarên walî, Midûrê Ewlehiya Bajêr Îdrîs Yilmaz, Qaymeqamê Yuksekovayê Mustafa Akin, nûnerên partiyên siyasî, amirên saziyan, polês û esker beşdarî merasimê bûn.
Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê wextê di şikefteke ku rêxistina terorê bi kar aniye da fealiyeta lêgerîn û kontrolê dihat kirin, esker bi xaza metanê ketin û şehîd bûn. Cinazeyê 6 eskerên din ên ku şehîd bûn jî danê nîvro bi merasimê şandibûn bajarên wan.