Tirkiye

Ji bo 6 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê texmîna taviya bibirqetav

Önder Beyter  | 01.08.2020 - Rojanekırın : 02.08.2020
Ji bo 6 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê texmîna taviya bibirqetav

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku li Erzirom, Erzingan, Îdir, Qers û Erdexanê taviya bibirqetav were.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa serê sibehê kêm ewrayî û sayî û bi demê ra perçe û pir ewrayî be.

Li herêmê tê texmînkirin ku piştî nîvro li dewrûbera Erzirom, Erzingan, Îdir, Qers û Erdexanê taviya bibirqetav were.

Li herêmê germahî dê di asta demsalê da be û her wiha ba jî dê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Qersê 9, li Erdexanê 10, li Erziromê 15, li Agiriyê 17, li Îdirê 19 û li Erzinganê jî 20 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Erzinganê 33, li Agirî û Erziromê 29, li Qers û Erdexanê jî 25 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.