Ji bo 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baran û bagerê
Van
Ji Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baran û bagerê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be, şilope û berfê bibare. Baranê li Mûş, Bidlîs û Hekariyê zêde be.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê kêm bibe, bayê ji aliyên başûr ra rabe.
Tê texmînkirin ku li herêmên billind ba û bagerê rabe, dibe ku banê xaniyan ji cî derkeve, dar bişkên û ji xaza sobeyan jehrî bikevin, dibê tevdîran hildin û baldar bin.
Li bendê ne ku li navenda bajaran germahiya hewayê li Wanê 3, li Bidlîsê 0, li Hekariyê di binê sifirê da 1, li Mûşê di binê sifirê da 4 pile be.
Dibe ku ji ber barana li Mûş, Bidlîs û Hekariyê bibare cemed çêbe, dîtina mesafeyê kêm bibe li berpalan aşît bikeve, dibê welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.