Ji bo 15 bajaran hişyariya meteorolojiyê ya ku koda wê "zer" e hat dayîn

Ankara
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku îro ji ber barana gur û zêde ji bo 15 bajaran hişyariya meteorolojiyê ya ku koda wê "zer" e hat dayîn.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin, li gorî agahiyên ku ji Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hatin wergirtin ji ber barana zêde û taviyê ya herêmî ji bo Sakarya, Duzce, Zonguldak, Bartin, Kastamonu, Bolu, Karabuk, Edene, Osmaniye, Hatay, Kahramanmaraş, Gîresun, Trabzon, Rîze û Artvînê hişyariya hewayê ya zer hat dayîn.
Hişyarî hat dayîn ku welatî ji bo lehî, birûsk, bayê xurt, zîpik, bahoz û tengasiya di hatin û çûyînê da hişyar, baldar û bitevdîr bin.
- Ji meteorolojiyê bo Diyarbekir û parêzgehên dorberê hişyariya bayê gur
Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê ji bo Diyarbekir, Şanliurfa, Mêrdîn, Batman, Sêrt û Şirnexê hişyariya bayê gur da.
Di daxuyaniya Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê da hat destnîşankirin ku li gorî nirxandinên dawîn, li giştiyê herêmê ji aliyên rojavayê başûr û rojavayê bakur bayê gur û her wiha bi kurtedemkî jî bager tê payîn.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku tê texmînkirin, bayê gur dê tesîra xwe heya 21ê Îlonê roja Yekşemê saet 24.00an bidomîne û lewma jî li hemberî rewşên neyênî yên wekî astengiyên veguhestinê, firîna baniyan, welgerîna dar û dîregan û her wiha rabûna xwelî û xubarê welatî divê hişyar û baldar bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.