Ji bo êrîşakarê xwekujiyê yê Sirûcê 34 caran cezayê hetahetayî hat dayîn

Şanlıurfa
Li Sirûca navçeya Şanliurfayê 6 sal berê di êrîşa xwekujiyê da 34 kes hatibûn kuştin û di doza êrîşê da ji bo bersûcê êrîşê 34 caran cezayê hetahetayî hat hayîn.
Di rûniştina biryarê ya dozê da eqrebayên kesên di êrîşê da hatibûn kuştin û 32 parêzerên midaxilê dozê amade bûn.
Yakup Şahînê bersûcê dozê bi sîstema dîtbarî va beşdarî rûniştinê bû, sûc qebûl nekir û got ku tu eleqeyeke wî bi êrîşê tune.
Parêzeran jî got darizandin bi adilî nehat kirin bira miteala paşda were avêtin.
Li salona rûniştinê car caran rageşî derket, ekîbên cendirmeyan qasî nîv saetî hewl dan ku ewlehiya salonê pêk bînin.
Di rûniştina tengaya 10 saetan dewam kir da heyetê hemû mexdûr û parêzer guhdarî kir û biryara xwe da.
Ji ber hejmara kuştî birîndaran ji ber sûcê "bi zanatî kuştina merivan û teşebisa kuştinê" 34 caran cezayê hetahetayî û 70 caran 27 sal ceza û 40 hezar lire cezayê peretî dan bersûc.
Wekî mayîn biryar hat dayîn ku ji bo Koray Turkay, Şahîn Tumuklu, Çagla Seven, Fethî Aydin Sezîn Uçara parêzer jî ji ber "heqaret û tehdîdkirina heyetê" gilîdarî bê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.