Ji ber şert û mercên hewaya nebaş THYyê 50, AJetê 64 seferên xwe betal kirin
Istanbul
Rêhewayên Tirkan (THY) ji ber şert û mercên hewaya nebaş a tê payîn 50 seferên xwe yên dê sibê bên kirin, AJetê jî 64 seferên xwe betal kirin.
Serokê Ragihandinê yê THYyê Yahya Ustun di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye diyar kir ku ji ber şert û mercên hewaya nebaş hin sefer hatin betalkirin.
Ustun di parvekirina xwe da got ku Ji ebr şert û mercên hewaya nebaş a ku li rojhilat û herêmên navîn ên welatê me bandora xwe didomîne 50 seferên me yên di 1ê rêbendanê da dualî hatin betalkirin. Rêwiyên me rewşa rojane ya seferan û alternatîfên der barê miameleyên biletan da dikarin ji ser http://turkishairlines.comê û sepanên mobîl bişopînin. Ewlehiya firînê her tim pêşaniya me ye. Em ji ber fêmbariya we spas dikin û hêvî dikin ku sala nû ji we ra tenduristî û aramiyê bîne."
Mişawirê Çapemeniyê yê AJetê Mehmet Yeşîlkaya jî di hesabê xwe yê ji ser platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye got ku "Ji ber şert û mercên hewaya nebaş a li herêmên me yên Rojhilat û Başûrê Rojhilat berdewam e 64 seferên me yên di 1ê rêbendanê da hatibûn plankirin hatin betalkirin. Rêwiyên me rewşa rojane ya seferan û alternatîfên der barê miameleyên biletan da dikarin ji ser http://ajet.comê û sepanên mobîl bişopînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
