Tirkiye

Ji ber qulbûna Boriya Xeta Neftê ya Batman-Dortyolê vana hatin girtin

Sibel Morrow  | 23.03.2023 - Rojanekırın : 24.03.2023
Ji ber qulbûna Boriya Xeta Neftê ya Batman-Dortyolê vana hatin girtin

Ankara

 Şirketa Anonîm a Bi Boriyê va Neft Dibe (BOTAŞ) ragihand ku ji ber qulbûna boriya neftê vanayên Boriya Xeta Neftê ya Batman-Dortyolê hatin girtin.

Di daxuyaniya BOTAŞê da hat gotin ku duh bi şev hat tespîtkirin di 507emîn kîlometreya xeta neftê da borî qul bûye.

Ji ber qulbûnê jî di nav 2 deqîqeyan da vanayên li herêmê hatin girtin û ekîbên midaxeleya acîl çûn ciyê bûyerê û midaxele kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo neft li der û dorê belav nebe û tevlî av û bendavan nebe jî tevdîrên hewce dikirin, hatin hildan.

Hat gotin ku ekîp û amûrên hewce dikin ji herêmê ra hatine şandin û herêm wê bê paqijkirin û xebatên temîrkirinê jî dest pê kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın