Tirkiye

Ji ber ku gelek turîst tên Geliyê Takoranê hejmara keştiyan hat zêdekirin

Cuma Sarı  | 07.10.2021 - Rojanekırın : 13.10.2021
Ji ber ku gelek turîst tên Geliyê Takoranê hejmara keştiyan hat zêdekirin

Şanlıurfa

 Ji ber ku eleqeya turîstan ji bo Geliyê Takoranê ya di navbera Şanliurfa û Adiyamanê da zêde ye hejmara keştiyan hat zêdekirin.

Geli 40 kîlomêtro nêzîkî Sîwerega navçeya Şanliurfayê ye ku ji taxa Mezrayê dest pê dike û heta Gergera navçeya Adiyamanê diçe.

Ava Çemê Feratê ya gur li vir hinekî sayî dibe û fetlonekên avê yên xweş balê dikşînin.

Li vir gelek şikeft, nebat û heywan hene ku wek bihûşta veşartî tê binavkirin.

Bi taybetî di dema şewbê da gelek kes tên Takoranê ku bêhna xwe vedin.

Ji ber ku hejmara turîstan zêde bû keştiyek êdî têrê nake, 4 keştiyên nû ji bo seferê bikin hatin kirîn.

Zubeyîr Kanlipiçakê xwediyê keştiyekê ye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi taybetî turîstên ji dervayî welêt tên şaş û metel dimînin û wiha axivî: "Mînak hin kes her sal ji Parîsa Fransayê tên Takoranê û hefteyekê dimînin û diçin. Dema me dît ku hejmara turîstan zêde ye me jî hejmara keştiyan zêde kir. Em him navçeya xwe didin nasîn û him jî aboriya xwe pêşva dibin."

Harun Azotê xwediyê keştiyeke din e jî got Takoran ji bo geşt û seyranê cihekî xweş e û ew her kesî vedixwîne vir ku ew bên vê derê bibînin.

Selîm Balikê ji bo gerê hatiye herêmê jî got ew şaş û metela vê cihê xweş maye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın