Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1038, li Meksîkayê 741 û li Hindistanê jî 434 kes mirin
Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 1038, li Meksîkayê jî 741, li Hindistanê 434 kes mirin .
Buenos Aires
Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 1038, li Meksîkayê jî 741, li Hindistanê 434 kes mirin .
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê waqieyên Kovîd-19ê 46 hezar û 712 zêde bû û gihîşt milyonek û 448 hezar û 573yan.
Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 1038 kes jî mirin û hejmara miriyan jî gihîşt 60 hezar û 632yan.
Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin
- Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da ji ber şewbê 741 kes mirin û hejmara miriyan bû 28 hezar û 510.
Li welêt hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 hat tespîtkirin jî 5 hezar û 681 zêde bû û gihîşt 231 hezar û 770yan.
Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.
Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.
- Hindistan
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê jî 434 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 17 hezar û 834an.
Li welêt di 24 saetan da 19 hezar û 148 waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 604 hezar û 641ê.
Li Hindistanê 359 hezar û 860 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.
Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 4emîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.