Tirkiye

Ji ber avdana bêpergal û dermanên şaş ava Îdirê dimiçiqe

Deşta Îdirê ji ber avûhewa û erdnîgariya xwe wekî "Çukurovaya Rojhilat" tê binavkirin lêbelê van salên axiriyê ji ber avdana bêpergal û dermanên şaş ava wê dimiçiqe û hişkayî çêdibe

22.08.2019 - Rojanekırın : 24.08.2019
Ji ber avdana bêpergal û dermanên şaş ava Îdirê dimiçiqe

Iğdır

Deşta Îdirê ji ber avûhewa û erdnîgariya xwe wekî "Çukurovaya Rojhilat" tê binavkirin lêbelê van salên axiriyê ji ber avdana bêpergal û dermanên şaş ava wê dimiçiqe û hişkayî çêdibe.

Li gor "Nexşeya Xetereya Dêmbûnê" li Tirkiyeyê ji sedî 20 zeîf, ji sedî 52 navîn û ji sedî 19 bi astên cuda erdên di nav koma xetereya dêmbûnê da hene û ev herêmana ji ber kêmbûna avê dibine çol. 

Li dinyayê wekî pirsgirêkeke hevpar ji ber guherîna avûhewayê û bandora mirovan av dimiçiqin û hin herêm dibine çol. Ji bo di vî warî da têkoşîneke hevpar were dayîn di 17ê Hezîrana 1994an da Neteweyên Yekbûyî Peymana Têkoşîna Li Hember Dêmbûnê qebûl kir.

Li gor Nexşeya Xetereya Dêmbûnê li Tirkiyeyê Konya-Karapinar, Îdir-Aralik û Urfa-Ceylanpinar di nav wan herêmên xetere zehf zêde da cih digrin. Her wiha ji hêla hişkayiyê va jî hewzeya Gola Xoy, herêma Ereglî-Karamanê, xeta Urfa-Ceylanpinar-Mêrdîn-Batmanê û derûdora Eskîşehirê di nav koma navîn û xeternak da ne.

Adem Ertaşê Endamê Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Odeyên Ziraetê yên Tirkiyeyê (TZOB) û Berpirsyarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku eraziyên Tirkiye û dinyayê nirxên girîng in.

Ertaş bal kilşand ku li hemû dinyayê hişkayî pirsgirêk e û wiha pê da çû, "Li Tirkiyeyê ji sedî 19ê erdê dibe çol. Li ser rûyê dinyayê her sal teqrîben 12 milyon hektar erd dibe çol. Ev yeka li 168 welatan bandorê li ser milyar û nîvek mirovî dike. Li welatê me jî Aralika navçeya Îdirê ya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di nav qadên dibin çol da cih digire."

Ertaş bal kişand ku li Îdira ku wekî "Çukurovaya Rojhilat" tê zanîn û gelek ber lê hêşîn dibin bi taybetî li navçeya Aralikê hin cih dibine çol, ava wan kêm dibe û wiha axivî, "Li navçeya Aralikê hin rêbazên şaş hatine meşandin, ji ber avdana hovane, emilandina dermanên bêruxset, şaş bikaranîna dermanên bihukan, qirêjbûna avên binerd hişkayiyeke mezin derketiye holê û xoya di nav xweliyê da zêde dibe. Adana xweliyê li herêmê kêm bû û loma cotkarên me tengasiyê dikişînin."

- "Divê ji nifşên nû ra axeke paqij bê hiştin"

Ertaş destnîşan kir ku divê ji nifşên nû ra axeke paqij bê hiştin û wiha peyivî:

"Pêwîst e em dermanên biruxset bi kar bînin, bêmefa avê hovane xerc nekin, bi avreşandinê erdê biparêzin, bi vî qaydî dahatuya zarokên xwe hildin emniyetê. Dibe ku salên pêş me ev erd nemînin jî. Heke em xwedî li vê axê dernekevin dibe ku zarokên me di pêşerojê da nekaribin xwarinê jî bi dest bixin. Heke em van erdan xirab bikin, ev merivê zikê xwe bi çi têr bikin? Divê meriv, cotkar pir baldar bin. Cihê ku divê meriv sed gram derman bireşîne rabe kîloyekê bireşîne wê çaxê tengasî derdikeve. Ricaya me ji her kesî ew e ku di vê mijarê da çi ji destê wan tê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.