Tirkiye

Ji Balafirgeha Şirnex Şerafettîn Elçî seferên umreyê dest pê kirin

Abidin Yel  | 18.11.2025 - Rojanekırın : 18.11.2025
Ji Balafirgeha Şirnex Şerafettîn Elçî seferên umreyê dest pê kirin Abidin Yel

Şırnak

 Li Balafirgeha Şirnex Şerafettîn Elçî seferên umreyê dest pê kirin.

Waliyê Şirnexê Birol Ekinci, Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Vezir Baycar, Qaymeqamê Îdilê û Amîrê Rêveberiya Mulkî ya Balafirgehê Anil Adiguzel û Midûrê Ewlekariyê Volkan Sazak beşdarî merasima birêkirina ji Balafirgeha Şirnex Şerafettîn Elçî bûn.

Walî Ekinci di bernameyê da axivî û diyar kir ku ew kêfxweş û kelecanî ne ku rêwiyên umreyê bi rê dikin û her wiha ji bo welatiyên ku diçin umreyê jî hêviya rêwîtiyeke baş kir.

Midûrê Balafirgehê Şukru Benek jî destnîşan kir ku bi firîna ewil a ji balafirgehê va ew ê 194 rêwiyan ber bi xaka pîroz bi rê bikin û wiha got, "Ev firîna ewil e û dewama wê jî dê were. Em ê di roja din da jî bi tevahî 220 rêwiyî bişînin xaka pîroz."

Walî Ekinci her wisa şekir û qurnefîl li welatiyên diçin umreyê belav kir.

Pişt ra 194 kes bo umreyê hatin birêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.