Hûrgiliyên projeya 500 hezar xaniyên civakî dê roja înê li Stenbolê bên eşkerekirin
Di merasimê da hûrgiliyên wekî mezinahiya malan, şertên dayîna ucretê û kê dikare sûdê ji projeyê werbigire, dê bên parvekirin

Ankara
Hûrgiliyên projeya 500 hezar xaniyên civakî yên dê li hemû bajarên Tirkiyeyê bên înşakirin dê roja înê bên eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê, li Başakşehira Stenbolê li Taxa Kayabaşiyê merasim dê bê lidarxistin ku tê pêşbînîkirin Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî beşdar be.
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Murat Kurum jî dê beşdarî merasimê bibe û her wisa parlamenterên hemû parêzgehan û nûnerên saziyên civaka sivîl ji bo merasimê hatin vexwendin.
Di çarçoveya projeyê da bi destê TOKÎyê cara ewil sepana xaniyê civakî yê ji bo kirê dê bê cîbicîkirin da ku di zêdebûna fahiş a kirêyên li Stenbolê da hevsengî çêbe û welatî bi hêsanî bikaribin pêdiviya xwe ya starbûnê dabîn bikin.
Di merasimê da hûrgiliyên wekî mezinahiya malan, şertên dayîna ucretê û kê dikare sûdê ji projeyê werbigire, dê bên parvekirin.