"Hûn tenê xerakirinê dizanin, AK Partî jî avakirinê dizane"
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Namzedên serokomariyê hene, derketine meydanê û xwe nîşan didin. Çi dibêjin? 'Em ê tiştên ku bi destê AK Partiyê hatine çêkirin xera bikin.' Hûn tenê xerakirinê dizanin, avakirinê tenê AK Partî dizane."
Ankara
ANKARA
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Namzedên serokomariyê hene, derketine meydanê û xwe nîşan didin. Çi dibêjin? 'Em ê tiştên ku bi destê AK Partiyê hatine çêkirin xera bikin.' Hûn tenê xerakirinê dizanin, avakirinê tenê AK Partî dizane."
Yildirim li Meydana Îstasyonê beşdarî Mitînga Erziromê ya AK Partiyê bû û li vir axivî.
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim destnîşan kir ku AK Partî timî ava dike û wiha got: "Namzedên serokomariyê hene, derketine meydanê û xwe nîşan didin. Çi dibêjin? 'Em ê tiştên ku bi destê AK Partiyê hatine çêkirin xera bikin.' Hûn tenê xerakirinê dizanin, avakirinê tenê AK Partî dizane."
Serokwezîr Bînalî Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "AK Partiya ku sozên dide bi cî tîne û îtibara xwe zêde dike sozên ku bi cî neyne nade. AK Partî dema soz bide dike. Em ê ji bona pêşketina aboriyê û refaha civakî gavên baş biavêjin. Karsaz, xwîşk û birayên me yên ciwan û karsazên jin wê li dinyayê derdikevin pêş."