Tirkiye

Hêzên ewlehiyê li Tunceliyê şikeftên terorîstan îmhe dikin û destûra amadekariya zivistanê nadin

Sidar Can Eren  | 25.11.2021 - Rojanekırın : 25.11.2021
Hêzên ewlehiyê li Tunceliyê şikeftên terorîstan îmhe dikin û destûra amadekariya zivistanê nadin

Tunceli

Li Tunceliyê hêzên ewlehiyê di saleke dawîn da bi operasyonên Eren-7 Mercan Munzûr û Eren Zivistan-6 Çiyayên Mercanê Cendirmeyê Şehîd Çawîşê Pispor Burak Tortumlu 203 sitargeh û şikeft îmhe kirin û gelek çek, muhîmat, alavên jiyanê yên terorîstan bi dest xistin û ji aliyê lojîstîkê va jî derbeyeke giran li rêxistinên terorê xistin.

Li bajêr Fermandariya Cendirmeya Bajêr di kordînasyona Walîtiyê da operasyonan dimeşîne û li dijî mensûbên rêxistina terorê ya cudakar têkoşîn bi biryardarî tê dayîn.

Di vê çarçoveyê da li devera çiyayî ya navenda bajêr û li deverên çiyayî yên 7 navçeyan çendek berê Operasyona Eren Zivistan-6 Çiyayên Mercanê Cendirmeyê Şehîd Çawîşê Pispor Burak Tortumlu jî dan destpêkirin û didomînin.

Di operasyona ku binefserên jin komandoyên cendirme, herekata taybet a cendirmeyan (JOH), hereketa taybet a polêsan (POH) û gundparêz jî beşdar in da ji 72 tîman nêzî 1060 personel wezîfeyê dikin.

Li bajarê ku di nav çiyayên qerase da hatiye avakirin, hêzên ewlehiyê şev û roj ser erazî dimînin û bi kûçikên perwerdekirî û ekîpmanên teknolojiya dawîn va peyê terorîstan ketine.

Wesayîta esmanî yên bêmirov û çekdar (SÎHA), wesayîta esmanî ya bêmirov (ÎHA) û firoke jî carinan piştgiriya operasyonê dikin û di saleke dawîn da rêxistina terorê ji aliyê lojîstîkê va jî zirereke mezin dît.

Operasyona dawîn di 19ê mijdarê da dest pê kir û ji wê demê vir va hêzên ewlehiyê li navenda bajêr û Ovacikê 13, li Hozatê 1 û li devera çiyayî ya Nazimiyeyê 9 sitargeh tesbît û îmhe kirin.

Di sitargehan da muhîmata avêtina bombeyê, 2 şarjorên tivinga peyadeyan a HK-33yê, 2 şarjorên G-3yê, muhimata bixiyê, 8 çenteyên piştê, 5 bloqên pîlan, cîhazê dengê sîrenê, 100 mêtre qabloya ceyranê û gelek alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Hêzên ewlehiyê li bajêr di navbera 5ê sibatê û 19ê mijdarê da Operasyona Eren-7 Mercan Munzûr kir û di vê operasyonê da jî 180 sitargeh û şikeftên terorîstan xerab kirin.

Ji bo ku terorîst li herêmê baregeha xwe ya zivistanê çênekin û ji bo derbasbûna navbera bajaran were astengkirin, operasyon ji hewa û bejayê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.