Tirkiye

Hêzên ewlehiyê di 3 mehên ewil ên 2021ê da 382 terorîstên PKKyî berteref kirin

Yunus Okur  | 14.04.2021 - Rojanekırın : 15.04.2021
Hêzên ewlehiyê di 3 mehên ewil ên 2021ê da 382 terorîstên PKKyî berteref kirin

Erzurum

Di operasyonên ku di mehên rêbendan, sibat û adarê da li nav welêt û dervayî welêt dijî YPG/PKKya rêxistina terorê ya ji bo xirakirina aştî, aramî û ewlehiya Tirkiyeyê sivîl, zarok û dergûşan jî dike hedef hatin kirin da 382 terorîst hatin berterefkirin.

Têkoşîna Artêşa Tirkiyeyê (TSK), Midûriya Giştî ya Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ya dijî rêxistinên terorê yên hewl didin ku aramî û biratiya welêt xira bikin bi piştgiriya gundparêzan va bi biryardarî dewam dike.

Hêzên ewlehiyê bêyî ku bibêjin şev e yan roj, havîn e yan zivistan digel navendên bajaran û qadên çolwar li dervayî welêt jî li pey terorîstan in û digel şertên hewaya nebaş çendî hefteyan li eraziyê dimînin û operasyonên xwe didomînin. Hêzên ewlehiyê di 3 mehên ewil ên salê da derbeyeke giran li YPG/PKKya rêxistina terorê xist.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist di heyama di navbera 1ê rêbendanê-31ê adarê di operasyonên beja û asîmanê yên li nav welêt û dervayî welêt da 382 terorîst hatin berterefkirin. Di vê pêvajoyê da di operasyonên ku li gelek bajaran dijî sazûmana ciwaniyê û PKKya rêxistina terorê ya dest bi xwîn hatin kirin da ji 815 bersûcên hatin binçavkirin 224 jê hatin girtin.

- Di rêbendanê da "Yildirim" qediya, operasyonên "Eren"ê dest pê kir

Di 10ê Rêbendanê da Wezareta Karên Navxweyî "Operasyonên Yildirim" qedand û paşê ji bo bîranîna Eren Bulbul operasyonên "Eren" dan destpêkirin.

Bi beşdariya komandoyên cendirme, herekata taybet a cendirmeyan, herekata taybet a polêsan û gundparêzan da di 12ê rêbendanê da operasyonên "Eren-1 Tendurek", "di 23yê rêbendanê da"Eren-3 Çiyayê Agiriyê", di 26ê rêbendanê da jî "Eren-4 Karliova-Warto" û "Eren-5 Bagok" hatin kirin.

Di vê çarçoveyê da di meha sibatê li Bidlîs, Sêrt, Tuncelî, Hatay, Osmaniye, Gazîentab, Hekarî û Şirnexê jî operasyonên nû dan destpêkirin. Hêzên ewlehiyê di erdnîgariya dijwar a Rojhilat û Başûrê Rojhilat da li eraziyên bi berf da dan pey şopa terorîstan û sitargeh û êwirgehên wan îmhe kirin.

- Xwîna şehîdan li erdê nema

Hat ragihandin ku Kurban Pehlîvanê bi kod navê "Poyraz Bulanik" ku yek ji 3 terorîstên di operasyona 10-11ê rêbendanê da li Bidlîsê hat kirin da hatibûn berterefkirin e di nav "Lîsteya Kesên Ji ber Terorê Lê Digerin" a Wezareta Karên Navxweyî da di kategoriya tûtik da ye.

Hat tesbîtkirin ku Pehlîvanê ku li herêma Bidlîsê qaşo di asta berpirsyar da fealiyet dike tevî bûyera di 8ê tîrmeha 2017an da li tanga Bidlîs/Navend- Geliyê Hezoyê dema guherîna tîmên komandoyê da teqandina teqemeniya bidestçêkirî ya ku mensûbên rêxistina terorê li erdê veşartibûn bûye. Di wê êrîşê da ji ber teqînê 2 persoel şehîd ketibûn û personelek jî birîndar bibû.

Îbrahîm Şengulê navê wî yê kod Bedrettîn Bedirhan e û di kategariya sor da lê digerin û qaşo berpirsyarê Amanosan e di 3yê sibatê da hat berterefkirin.

Hat tesbîtkirin Şengul beşdarî hin çalakiyan bûye ku ev in;

Di 23ê Adara 1997an da li Erzîna navçeya Hatayê li herêma Yoncaduzuyê cendirmeyekî ji Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Goksunê ya Kahramanmaraşê dihat û 3 welatî hatin şehîdkirin, 2 gundparêz hatin birîndarkirin.

Di 26ê Adara 2004an da li Erzîna navçeya Hatayê trafoya ceyranê hat teqandin cendirmeyek birîndar bû û xebatkarekî TEDAŞê hat kuştin.

Di 13ê Hezîrana 2004an da Dortyola navçeya Hatayê 3 gundparêzên di çêkirina rê da dixebitîn hatin şehîdkirin.

- MÎTê derbeyeke giran qaşo berpirsyarên terorîstan xist

MÎT û Artêşa Tirkiyeyê li Qendîla ku dikeve bakurê Iraqê di 2yê sibata 2021ê da operasyon kir û qaşo berpirsyarê kordînasyona gumrikê ya PKK/KCKyê Omer Aydinê navê wî yê kod "Rênas Aydin" berteref kir.

Hat gotin terorîst Aydin qaşo bi çalakiyên gumrikê va li ser sînorê Îran û Iraqê ji PKK/KCKyê ra xerac berhev dikir, qaçaxçîtiya merivan, çek û hişbirê dikir.

Îbrahîm Parimê qaşo berpirsyarê lojîstîka PKKya rêxistina terorê yê li Şengala herêma Iraqê di operasyona MÎTê da hatibû girtin û di 10ê sibatê da anîbûn Tirkiyeyê.

Huseyîn Înalê PKKyî yê ku hat tesbîtkirin ji bona amadehiya çalakiya li Tirkiriyê bê kirin wê li Metînayê beşdarî civînekê bibe tevî 2 terorîstên li cem li bakurê Iraqê bi operayona MÎT va di 22yê sibatê da hat berterefkirin.

- Terorîstên di kategoriya "sor" û "tûtik" da hatin berterefkirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di çarçoveya Operasyona Eren-5ê da li Mêrdînê 6 terorîst hatin berterefkirin ku di nav wan da Hasan Mahmudiyê qaşo berpirsyarê Mêrdînê yê PKKyê ewê ku di kategoriya "sor" da lê digeriyan û qaşo berpirsyarê Bagokê yê Mêrdînê Teyyup Çamê ku di kategoriya "tûtik" da lê digeriyan hene.

Hat tesbîtkirin Mahmudî û Çam di salên 2008, 2016, 2017 û 2019an da beşdarî hin êrîşên şehîdkirin û birîndarkirina hêzên ewlehiyê bûne.

Serokatiya MÎTê terorîst Îbrahîm Babatê navê wî yê kod "Şeh Gûyî" ye û qaşo fermandarê tûxaya PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKK/KCKyê ye, li Sûriyeyê bi operasyonê va girt û anî Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın