Yunus Okur
02 Nîsan 2021•Rojanekirin: 03 Nîsan 2021
Hêzên Çekdar ên Tirk, Midûriyeta Ewlehiya Giştî, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) çav li rêxistinên terorê yên ku dixwazin ewlehî û aramiya welêt serobin bikin, venake û hewl û xebatên bo berterefkirina kar û xebatên wan didomîne.
Hêzên ewlehiyê yên ku li hundir û dervayî welêt di her wextê da dijî rêxistinên terorê da operasyonên xwe dibe serî di meha adarê da derbeyeke giran li YPG/PKKyê xistiye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, hêzên ewlehiyê di encama operasyonên hewayî û bejayî yên ku meha adarê hundir û dervayî welêt li dar xistin da 134 terorîst berteref kirin.
Di operasyonên li ser rêxistinbûna ciwaniyê ya li gelek bajarên Tirkiyeyê hatin kirin da jî ji 222 gumanbarên hatin binçavkirin 74 kes hatin girtin.
Ji hêla din va di sala 2021ê da heta dawiya meha adarê 39 endamên PKK/KCKya rêxistina terorê bi qanîkirinê teslîm bûn.