Tirkiye

Hêzên Asîmanî yên Tirk li hewa sotemenî îqmalî balafira NATOyê kir

Önder Beyter  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 25.09.2020
Hêzên Asîmanî yên Tirk li hewa sotemenî îqmalî balafira NATOyê kir

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li ser daxwaza NATOyê, ji balafira tanker a KC-135R a Hêzên Asîmanî yên Tirk bo balafira NATOyê E-3A AWACSê li asîmanê Romanyayê îkmala sotemeniyê hat kirin.

Di parvekirina li ser hesabê wezaretê yê Twitterê da wiha hat gotin, "Li ser daxwaza NATOyê, ji balafira tanker a KC-135R a Hêzên me yên Asîmanî bo balafira NATOyê E-3A AWACSê ku ji Geilenkirchena Almanyayê rabû û di çarçoveya Tedbîrên Pêbaweriyê da peywir dikir, li asîmanê Romanyayê îkmala sotemeniyê hat kirin."

Di parvekirinê da vîdeoya dîmena kêliyên îkmalê jî hat parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.