Tirkiye

"Hêviya me ji Amerîkayê ew e di hewldanên avakirina herêmên ewle da bi me ra be"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Hêviya me ji Amerîkayê ew e ku di şerê dijî terorê da û ji bo penaber vegerin mala xwe di hewldanên avakirina herêmên ewle da bi me ra be."

Nihat Kavşut  | 10.09.2019 - Rojanekırın : 11.09.2019
"Hêviya me ji Amerîkayê ew e di hewldanên avakirina herêmên ewle da bi me ra be"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Hêviya me ji Amerîkayê ew e ku di şerê dijî terorê da û ji bo penaber vegerin mala xwe di hewldanên avakirina herêmên ewle da bi me ra be."

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê Wilbur Rossê Wezîrê Ticaretê yê Amerîkayê û heyeta pê ra qebûl kir.

Serokomar Erdogan der barê mizakereyên ji bona peymana ticareta serbest da wiha got: "Ez û Trumpê dostê min me anî rojevê ku mizakereyên ji bona peymana ticareta serbest dest pê bikin. Di vê mijarê da wezîrên eleqedar wê di demeke kurt da dest bi xebatan bikin."

Erdogan diyar kir dixwazin hejmara fîrmayên Amerîkayê yên li welatê wan kar dikin zêde bibe û got ku em ê alîkariya ku hewce dike bidin veberdêrên ji Amerîkayê tên welatê me.

Serokomar Erdogan der barê koçe penaberan ya ji bona Tirkiyeyê da wiha got: "Welatê me êdî nikare pêleke koçê ya nû ku ji Sûriyeyê çêdibe ragire."

Serokomar Erdogan destnîşan kir vê gavê li ber welatê wan û herêma wan û li ber vegera penaberên Sûriyeyî astenga herî mezin rêxistinên terorê yên mîna PKK û şaxa wê ya YPG ye û wiha axivî: "Ev hêza ku paqijiya nijadî dike, xelkê herêmê dide koçkirin û ji bona ewlehiya can û malê welatiyên Tirk gef e divê teqez ji holê bê rakirin."

Erdogan diyar kir li Sûriye qederê 50 hezar TIR wesaît û cebilxane ji komên terorîst ra hatin şandin û wiha got: "Em ji ber vê zehf aciz dibin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir hêviya wan ji Amerîkayê ew e ku di şerê dijî terorê da û ji bo penaber vegerin mala xwe di hewldanên avakirina herêmên ewle da bi wan ra be.

Erdogan ji Amerîkayê di şerê dijî FETOyê da xwest ku hevkariyeke nêz dixwazin şeva 15ê Tîrmehê êrîşî demokrasiya Tirkan kirine û wiha peyivî: "Serkêşê vê rêxistinê niha li Pensilvanyayê li ser eraziyekî 400 donim bi hemû ekîba xwe ra dijî û ji wir 160 dewletên dinyayê îdare dike û rê nîşan dide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.