Tirkiye

Hunermendên fîlm û wênekşiya binavê dîmenên kevirên cinan ên Behra Wanê kişandin

Şener Toktaş  | 26.10.2021 - Rojanekırın : 27.10.2021
Hunermendên fîlm û wênekşiya binavê dîmenên kevirên cinan ên Behra Wanê kişandin

Bitlis

Ateş Evîrgenê Serokê Komeleya Hunermendên Fîlm û Wênekêşiya Binavê (SUFOD) û endamên lijneya rêveberiyê dîmenên keştiya binavbûyî û mîkrobiyolîtên Behra Wanê kişandin.

Xebatên ji bo danasîna xweşikahiyên binê ava Behra Wanê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da Ateş Evîrgenê serokê SUFODê û endamên lijneya rêveberiyê li ser daweta Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin bajêr û 4 rojan li Behra Wanê xozneberî kirin û dîmenên keştiya binavbûyî, mîkrobiyolîtên wekî kevirên cinan ên binê avê kişandin.

Dr. Mustafa Akkuşê Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê piştî kişandina dîmenan daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ava Behra Wanê ji bo hezkiriyên xozneberiyê wekî cinetê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın