Berk Özkan,Mehmet Kara
19 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2022
Hrant Dînkê rojnamevan li pêşiya Rojanmeya Agosê ya Avakerî û Midûrtiya Giştî ya wê kiribû hat bibîranîn. Hrant Dînk di 19ê rêbendana 2007an da li pêşiya rojnameyê hatibû kuştin.
Rakel Dînka xanima Hrant Dînk, Arat, Delal û Dera Dînka zarokên wî, Levent Dînkê birayê wî, Canan Kaftanciogluya Seroka Bajêr a CHPyê ya Stenbolê, Gulten Kayaya xanima Ahmet Kaya, Turkan Elçiya xanima Tahir Elçî, hevalên wî û welatî beşdarî merasima li pêşiya avahiya berê ya rojnameyê bûn.
Beşdaran qerenfîlên sor danîn ciyê Dînk lê hatibû kuştin. Di merasimê da sitrana Bûka Zerîn bi Tirkî û Ermenîkî hat gotin, di dîwarê rojnameyê da jî pankarta li ser "15 salên kêmasî" hatibû nivîsandin hat dardakirin. Kesên beşdarî merasimê bûn dirûşme gotin.
Di mersimê da saet di 15.05an da rêz hat girtin. Di vê saetê da Dînk hatibû kuştin. Ji dengê Dînk jî axaftinek hat guhdarîkirin.
Di dema merasimê da rê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin, gelek endamên çapemeniya navneteweyî jî bername teqîb kirin.