Hişkesaliyê jîngeha flamîngoyên li qeraxên Gola Wanê berteng kir
Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna barîna berf û baranê, asta ava Gola Wanê jî kêm bûye û kêmbûna avê li cihên nekûr ên golê, bi sedan metreyî dibîne

Van
NECMETTÎN KARACA - Ji ber germbûna hewayê ya kurewî û hişkesaliyê, jîngeha flamîngoyên ku di koça xwe ya ji Afrîkaya Bakur ber bi Îranê da havîna xwe li qeraxên Gola Wanê derbas dikin, berteng bû.
Van salên dawîn êdî ji ber ku berf û baran kêmtir dibare û her wiha germahiya hewayê jî zêde bûye, kêmbûna asta ava Gola Wanê berdewam e.
Li navçeyên Erdîş û Muradiyeyê li qeraxên golê yên nekûr, kêmbûna avê gihîştiye asteke cidî û ji ber vê çendê jî cihê hêwirîna flamîngoyan berteng bûye.
Flamîngoyên ku berê li qeraxên taxên Çelebîbax, Golagzi, Qasimbax û Qerexanê bi refên qelebalix dihatin dîtin, bi tesîra hişkesaliyê êdî li cihên cuda dihêwirin.
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku di encama dûkelbûnê da kêmbûna ava di Gola Wanê da van salên dawîn pir zêde bûye.
Akkuş bal kişand ku bergeha golê sal bi sal teng dibe û wiha dewam kir, "Baran û ava belekiyan, ava golê zêde dike lê dûkelbûna mehên havînê jî asta avê dadixîne. Di sibatê da barîna berf û baranê ji sedî 60an di bin asta demsalê da xwe nîşan da ku ev rêjeyeke pir qerase ye. Ango heger par 10 dilop ketibe Gola Wanê, hejmara van dilopan îsal ji 4an jî kêmtir e. Beramberî her dilopeke ku dikeve golê, 5-6 dilop jî jê derket. Dema ku hal ev hal be, asta ava Gola Wanê kêmtir bû."
Akkuş destnîşan kir ku kêmbûna ava golê, tesîreke neyînî li jiyana heywanên çolê jî dike û wiha dewam kir, "Ji aliyekî va nexşeya Gola Wanê diguhere û ji aliyekî din va jî qada zeviyên çandiniyê berfireh dibe. Ji ber ku li qadên avî av kêm dibe, flamîngo di serî da gelek cisnên çivîkan cih diguherînin."