"Hingivê Tercanê" yê Erzincanê bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin
Erzincan
"Hingivê Tercanê" yê ku ji kewarên danîne zozanên Tercana navçeya Erzincanê yên bilind û xwedî floreyeke dewlemend da tê rakirin ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan va bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin.
Di encama serlêdana Qaymeqamtî û Yekîtiya Xizmetên Ji bo Gundên Tercanê da ji bo ku îşareta coxrafî bidi hingivê Tercanê xebat hat kirin.
Di daxuyaniya ku Walîtiya Erzincanê der barê mijarê da ji ser hesabê çapemeniya civakî parve kir da hat diyarkirin ku Erzincan yek ji navendên hilberîna ghingiv yên girîng e.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku berhemeke din li ser rêwitiya tahmê ya Erzincanê hat zêdekirin û wiha hat gotin:
"Ji bo ku berhemên herêmî yên Erzincanê bibin marqe û dewlemendiyên coxrafî bên parastin serkeftineke girîng hat bidestxistin. Hingivê bêhempa ya Tercanê ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan (TURKPATENT) va hat tescîlkirin û mafê hildana belgeya îşareta coxrafî bi dest xist. Ev dê rasterast piştgiriyê bide hilberînerên me yên li herêmê û aboriya tevahiya bajarê me û hêza bazarkirinê bide hingivê Tercanê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
