Haydar Şahin
20 Nîsan 2019•Rojanekirin: 22 Nîsan 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê erd reş bû hêşinahî derket û heywandar pezê ku derdixin çêrê.
Li Ovacika ku zivistiana wê bi zor û zehmetiyê derbas dibe heywandarên ku bi qasî 5 mehan heywanên xwe di hundir da bi ka, ceh û gihê xweyî dikin ji ber ku erd reş bû çêre derket kêfxweş bûn û êdî pezên xwe diçêrînin.
Êdî hewa germ bû, erd reş bû û çêre derket, heywandar li quntara Çiyayê Mûnzûrê di nav çil û çiyan da pezên xwe diçêrînin.
Haydar Kiliçê li gundê Paşaduziyê bizinan xweyî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku zivistana bi zor û zihmetî xilas bû.
Kiliç got ji ber ku zivistanê zêde li ber xwe da alifê wan jî êdî kêm bibû, bi reşbûna erdê va ji pirsgirêka alif xilas bû û wiha pê da çû:
"Ez havînê diçim zozanên li herêma Mercanê, payîzê jî vedigerim gundê xwe. Îsal zivistanê em êşandin, her roj berf dibarî û me nikaribû heywanên xwe biçêrînin. Ji ber vê me gelek tengasî kişandin. Nika kêfa me xweş e, berf dihele. Em êdî bizinên xwe li mereyê diçêrînin."
Kivanç Îgitê li gundê Koselera pêz xweyî dike jî got ji ber ku zivistan xilas bû karê wan gelekî hêsan bû.
Îgit got êdî heywanên xwe diçêrînin û wiha axivî: "Ez şebeqê hewanan derdixim çêrê. Miyên min hem çêreya teze dixwin hem jî ji tavê îstifade dikin. 60 miyên min hene. Ji ber dijwariya zivistanê me gelek tengasî kişandin. Bi hatina biharê va em hinekî rihet bûn."