Tirkiye

Heywandarên Agiriyî dewarên xwe yên qurbanê derxistin bazarê

Abdullah Söylemez  | 21.06.2022 - Rojanekırın : 28.06.2022
Heywandarên Agiriyî dewarên xwe yên qurbanê derxistin bazarê

Ağrı

 Li bajarê Agirîya heywandarî lê zêdeye pez û dewarên ji bo qurbanê bi mehane hatibûn xwedîkirin hêdî hêdî derdixin bazarê.

Xwediyên pez û dewaran heywanên xwe li qamyonan bar dikin û ber bi bazarê va tînin.

Kesên dixwazin qurbanê serjêbikin û xwediyên pez û dewaran bazariyek giran dikin.

Li bazarê ji bo pez û dewar ber bi bajarên rojavayê va bên şandin jî amadehî tên kirin û gayên giraniya wan ji tonekî zêdetire jî bala mirovan dikişînin.

Ji xwediyên heywanan Engîn Aykut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tehma goştê heywanên li bajêr tên xwedîkirin gelek xweş e.

Fevzî Uçuk û Mehmet Polat jî gotin ku ew dixwazin ji heywanên xwe yên anîne bazarê bila tu zirareke wan çênebe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.