Tirkiye

Heyva Sor a Tirk li Xezeyê alîkariyên xwe yên xidayê didomîne

Fırat Taşdemir  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Heyva Sor a Tirk li Xezeyê alîkariyên xwe yên xidayê didomîne

Ankara

 Heyva Sor a Tirk li Xeta Xezeyê alîkariya xidayê gihand sivîlên ku li taxên wêranbûyî têkoşîna jiyanê didin.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Tirk, bi zêdebûna derbasbûna TIRên alîkariyê va Heyva Sor a Tirk jî operasyonên xwe yên alîkariya mirovî zêdetir kirin.

Heyva Sor a Tirk di vê çarçoveyê da li Xezeyê pakêtên xidayê li malbatan belav kirin ku ji ber şer û pevçûnan nikarin xida û xurek bi dest bixin.

Heyva Sor a Tirk ku li Xezeyê ji destpêka şer û pevçûnan û vir va fealiyetên xwe yên alîkariyê didomîne, bi rêya aşxaneyê va jî rojane xurekê germ dide bi hezaran kesî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın