Elif Orhan
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ANKARA
Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê Serpîl Kemalbay bi destê ekîbên Şûbeya Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê ve hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta ku di Kongreya Mezin a Asayî ya 3yemîn a HDPê ya ku roja yekşemê hat kirin de axaftina ku propagandaya rêxistina terorê kiriye dabû destpêkirin de der barê Serpîl Kemalbaya Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di vê çarçoveyê de ekîbên Midûriya Şûbeya Dijî Terorê ya Ewlehiya Enqereyê li navçeya Çankayayê Kemalbay binçav kirin.
Hat ragihandin ku hin keêsn li gel Kemalbeyê hember polêsan li ber xwe dane û hewl dane ku binçavkirin çênebe.
Kemalbayê piştî kontrola tenduristiyê ji bo ku îfadeya wê bê sitandin birin Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê.