Hevkariya teşkîlata HDPyê û PKKyê di îfadeya terorîst da xwe nîşan da
Terorîst A.Z. di îfadeya xwe da got ew di sala 2015an da ji hêla kesên di teşkîlata Qiziltepeya Mêrdînê ya HDPyê da dixebitin va hatiye xapandin û beşdarî rêxistina terorê bûye.

Ankara
Terorîstê PKK/KCKyî yê ku teslîmî hêzên ewlehiyê bû got ew di sala 2015an da ji hêla kesên di teşkîlata Qiziltepeya Mêrdînê ya HDPyê da dixebitîn va bûyerên Kobanê hincet hatiye nîşandan û hatiye xapandin ku beşdarî rêxistina terorê bibe.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê ya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist hêzên ewlehiyê zivistanê jî operasyonan bênavber didomînin û ji ber vê hêza PKK/KCKya rêxistina terorê kêm dibe.
Hêzên Midûriya Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmayan di serkêşiya Wezareta Karên Navxweyî da xebatên qanîkirina terorsîtan didomînin.
Hejmara terorîstên ku bi rêya qanîkirinê ji PKK/KCKyê revîn û teslîm bûn di nav 2 hefteyên ewil ên sala 2021î da derket 9an.
Terorîst A.Z. jî di 15ê çileya paşîn da ji rêxistinê reviya û teslîm bû.
Îfadeya A.Z. hevkariya HDP û PKKyê nîşan da.
- "Qumaş amade ye, ez ji dirûnker ra dişînim"
Terorist A.Z. di îfadeya xwe da got ew di sala 2015an da ji hêla kesên di teşkîlata Qiziltepeya Mêrdînê ya HDPyê da dixebitin va bûyerên Kobanê hincet hatiye nîşandan û hatiye xapandinû bi vî awayî ew beşdarî rêxistina terorê bûye.
A.Z. got di destpêkê da kesekî ji HDPyê her tim telefonî wî kiriye û ji wî pirsiye ku ka ew amade ye an na, dema wî gotiye ku amade ye jî bi wesayîtekê va ew hildane û teslîmî rêxistinê kirine.
Terorîst got dema ew di rê da bûne kesê HDPyî di telefonê da wiha gotiye "qumaş amade ye, ez ji dirûnker ra dişînim."
Di îfadeya xwe da terorîst A.Z. got ew û ciwanên din ên ku hatine xapandin li Sûriyeyê di kampa rêxistinê da hatine perwerdekirin.
- Hejmara kesên teslîm bûn gihîşt 874an
Hêzên ewlehiyê û cendirme bi 12 hezar malbatan ra axivîn ku zarokên wan bên qanîkirin. Feydeya nobeda ewladan a Diyarbekirê jî çêbû û ji 2016an vir va heta niha 874 endamên rêxistinê teslîm bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.