Hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy ya li Kuliyeya Serokomariyê qediya

Ankara
Hevdîtina Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ya li Kuliyeya Serokomariyê qediya.
Civîna ku li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin 2 saet û 45 deqîqe kişand.
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç jî beşdarî civînê bûn.