Hevdîtinên di navbera Tirkiye-Ermenistanê da wê bê şert û merc dewam bikin

Ankara
Wezareta Karên Derva diyar kir ku di mijara hevdîtinên navbera Tirkiye û Ermenistanê ku bi armanca asayîbûnê dest pê kiribûn da biryar hat dayîn ku bila bê şert û merc dewam bikin.
Balyoz Serdar Kiliçê Nûnerê taybet ê Ermenistanê yê Tirkiyeyê û Rubîn Rubînyanê Nûnerê Taybet yê Ermenistanê ji bo li ser normalkirina têkiliyên herdu welatan biaxivin li Moskovaya paytextê Rûsyayê hatin ba hev û civîna ewil kirin.
Piştî civînê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat gotin ku hevdîtina di navbera Nûnerên Taybet ên herdu welatan da baş derbas bûye û ji bo pêşvebirina gotûbêja di navbera Tirkiye û Ermenistanê da fikr û raman bi hev ra hatine parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, di mijara hevdîtinên navbera Tirkiye û Ermenistanê da bi armanca asayîbûnê dest pê kiribûn biryar dan ku bila hevdîtin bê şert û merc dewam bikin.
Çavkaniyên dîplomatîk ragihandin ku hevdîtina li Moskovayê bi qasî du saet û nîvan dewam kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.