Tirkiye

"Heta dawiya sala bê mijara şanîderê ya 3600î ya ku mamosteyên me jî di xwe da dihewîne çareser bikin"

Ali Kemal Akan, Mümin Altaş  | 11.10.2021 - Rojanekırın : 11.10.2021
"Heta dawiya sala bê mijara şanîderê ya 3600î ya ku mamosteyên me jî di xwe da dihewîne çareser bikin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Milet ya Beştepeyê beşdarî Merasima Vekirina Navenda 50 Ar-Ge û Di Perwerdeya Pîşeyî ya Projeya 1000 Mekteban da axivî.

Erdogan got li Tirkiyeyê demekî di perwerdeyê da xwendekar wek hev nedihatin dîtin û miemeleyeke cuda didîtin û wiha axivî: "Şopên polîtîkayên ku heyamekê di navbera ewladên me da ferqa ewladê xas û yê dêmarî dikir ji tevahî hatin paqijkirin.bDi kîjan lîseyê da dixwîne bira bixwîne, di nezera dewleta me da hemû ewladên me wek hev in, xwediyê heman maf û derfetan in."

- "Ji bo van navendan me di salekê da milyarek lire xerc kir"

Serokomar Erdogan behsa navendên perwerdeya pîşeyî û xebatên der barê wê da kir û wiha axivî: "Em plan dikin ku heta dawiya sala bê mijara şanîderê ya 3600î ya ku mamosteyên me jî di xwe da dihewîne çareser bikin. Ji bo dibistanên ku lê perwerdeya pîşeyî bê dayîn ya ku me ji bo vê projeyek diyar kiribû, me di salekê da milyarek lire xerc kir. Em derfetê didin ciwanên me yên ji lîse û zanîngehê mezun bûne ku ew perwerdeyeke pîşeyî ya kîjan qadê dixwazin li wir perwerde bibin û derbasî piyasaya kar bibin."

- "Ewê nîvê mehaneya kêmtirin hildin"

Erdogan anî ziman xwendekarên ku di navendên perwerdeya pîşeyî da perwerdeyê bibînin wê pereyan jî hildin û wiha pê da çû: "Xwendekarên heta pola dawîn a navendên me yên perwerdeyê ya pîşeyî wek şagirt xwendine wê nîvê mehaneya kêmtirin hildin. Em barê mehaneya xwendekaran ya 4 salan yên li navendên perwerdeya pîşeyî da xwendine û li ser karsazan e radikin û wek dewlet vî barî em hildiigirin ser xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.