Tirkiye

Herêma ji terorê hat paqijkirin gihîşte hizûr û xizmetê

Li Mûşê bi saya operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê gundên dûr ji terorê hatin paqijkirin û xizmeta binesaziyê pêk tê

14.09.2019 - Rojanekırın : 16.09.2019
Herêma ji terorê hat paqijkirin gihîşte hizûr û xizmetê

Muş

Li Mûşê bi saya operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê gundên dûr ji terorê hatin paqijkirin û xizmeta binesaziyê pêk tê.

Gundên ji ber êrîşên terorîstên PKKyî di sala 1993yan da hatibûn valakirin piştî pêkanîna hizûr û ewlehiyê û gihîştin gelek xizmetan.

Bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê va gund ji terorîstan hatin paqijkirin û welatî dîsa vegeriyan malên xwe li ser vê Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rê û avê xebat dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da ekîban av anîn Ulukayaya gundê 85 kîlomtre li dûrî navendê û rêya gund asfalt kirin.

Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê va li herêmê hizûr û ewlehî pêk hat.

Yentur destnîşan kir ku bi pêkanîna hizûr û ewlehiyê xizmetên dewletê jî hatin gundan û wiha pê da çû: "Gelek welatiyên me yên ji ber terorê koçî bajaran kiribûn dîsa vedigerin gundên xwe. Piştî operasyonan hizûr û ewlehî hat herêmê û dewlet jî xizmetê dibe van deran. Ji bo vegera welatiyên xwe em jî hêsaniyan dikin. Kesên bi salan berê gundên xwe terk kiribûn vedigerin erdên kal û bavên xwe."

Yentur got ku îsal 52 milyon lire veberhênan kirin û wiha axivî: "Me 2002 kîlomêtre rê asfalt kir, 400 kîlomêtre rê stabîlîze kir û 105 hezar qeremêtre kevirên parke raxistin."

Tahsîm Tetîkê mixtarê Ulukayayê jî got 15 sal şûnda dîsa vegeriyan gundê xwe û wiha pê da çû: "Bi salan şûnda welatî dîsa vegeriyan gund û dest bi cotkarî û heywandariyê kirin. Rêya me hat asfaltkirin. Ji ber vê em gelekî kêfxweş in. Piştî van xizmetan hejmara kesên vedigerin gund ew ê zêde bibe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın