Tirkiye

"Her kes raya xwe di nav aramiyê de dide"

Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul: "Heta niha der barê hilbijartinê de bûyereke neyînî çênebû. Her kes raya xwe di nav aramiyê de dide."

Sevim Hatun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
"Her kes raya xwe di nav aramiyê de dide"

Gaziantep

GAZİANTEP 

Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul: "Heta niha der barê hilbijartinê de bûyereke neyînî çênebû. Her kes raya xwe di nav aramiyê de dide."

Gul danê sibê digel xanim û zarokên xwe hat Dibistana Navîn a Hasan Celal Guzel a li navçeya Şehîtkamîlê.

Gul çû pola bi nimreya 1030yî li vir demekê ji ber qelebalixê sekinî.

Gul paşê raya xwe avêt, li vir ji bo karmendên li ser sandoqan serkeftin xwest û demekê bi welatiyan re sohbet kir.

Wezîr Gul li ber dibistanê daxuyanî da rojnamegeran got hêviya min ew e ku ev hilbijartin ji bo welêt, milet û demokrasiyê hilbijartineke bi xêr be.

Gul wiha dewam kir: "Tiştên ku hatin kirin hemî li ber çavan ne. Niha erk di destê milet de ye, wê milet biryarê bide. Piştre jî vîna milet çawa be wê hemî rêz bigirin û înşallah wê heyameke nû dest pê bike. Encam çi dibe bila bibe, bila ji bo milet û welatê me bi xêr be."

Gul li ser pirsa der barê pirsgirêkên hilbijartinê de got, "Heta niha der barê hilbijartinê de bûyereke neyînî çênebû. Her kes raya xwe di nav aramiyê de dide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.