Özcan Yıldırım,Orhan Onur Gemici
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2022
Tê payîn ku Komîsyona Tesbîtê ya Berkeda Kêmtirîn îro di civînê da reqema berkeda kêmtirîn ya 2023yan kifş bike.
Berkeda kêmtirîn ya nû bi taybetî 7 milyonî zêdetir xebatkaran, bi giştî jî hemû welatiyan eleqedar dike. Di kifşkirina berkeda nû da pêvajo dewam dike.
Komîsyona Tesbîtê ya Berkeda Kêmtirîn wê civîna xwe ya sêyem îro di saet 14.00î da li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî bike.
Komîsyon ji karker, karsaz û nûnerên hikûmetê pêk tê, tê payîn ku di civîna îro da reqema berkeda kêmtirîn ya sala nû kifş bike.
Ji aliyê din va Lijneya Serokên TURK-ÎŞê di saet 11.00î da bi rojeva berkeda kêmtirîn civiya. Civîn bêyî çapemeniyê tê kirin û hat gotin ku daneyên dawîn wê werin nirxandin.