Tirkiye

Hemasê êrîşa çekdarî ya bû sedema kuştina 3 Îsraîliyan a li Qudsa Rojava hilda stûyê xwe

Abdel Ra'ouf D. A. R. Arnaout, Safiye Karabacak, Enes Canlı  | 30.11.2023 - Rojanekırın : 01.12.2023
Hemasê êrîşa çekdarî ya bû sedema kuştina 3 Îsraîliyan a li Qudsa Rojava hilda stûyê xwe

Quds

 Hemasê eşkere kir, kiryarên êrîşa çekdarî ya ku vê sibehê li Qudsa Rojava hat kirin û 3 Îsraîlî hatin kuştin û 3 jî xedar birîndar bûn, 2 birayên mensûbên Hemasê ne.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Hemasê yê Telegramê, hat diyarkirin, kiryarên êrîşa çekdarî ya li Qudsa Rojava, Murad Nemr (30) û Îbrahîm Nemr (38) ên ji bajaroka Siwar Bahir a Qudsa Rojhilat ne.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, êrîşa navborî wekî bersiva, "qetlîamên Îsraîlê yên li Xeta Xezeya dorpêçkirî, zarokên ku li Cenînê kuştin, binpêkirinên wê yên dijî dîlên Filistînî, êrîşên dijî Mescida Eqsayê û astengiyên ji bo îbadeta li vir derdixe" hat kirin.

Di nûçeya têlevîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê da hat destnîşankirin ku Filistîniyên hat diyarkirin mensûbên Hemasê ne, jê Murad di navbera 2010 û 2020an da hatiye girtin û Îbrahîm jî di 2014an da hatiye tewqûfkirin.

Di nûçeyê da der heqê tawanbariyên dijî herdu birayan da agahî nehat dayîn û her wiha ew yek jî nehat diyarkirin ka Îbrahîm kîngê hatiye berdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın