Tirkiye

Hejmara tirên ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas dibin û diçin Iraqê zêde bû

Hejmara tirên ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ya li nêzîkî Silopiya navçeya Şirnexê ye derbas dibin û diçin Iraqê gihîşt 2 hezarî

Türkan Tosun  | 29.11.2020 - Rojanekırın : 30.11.2020
Hejmara tirên ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas dibin û diçin Iraqê zêde bû

Şırnak

 Hejmara tirên ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas dibin û diçin Iraqê gihîşt 2 hezarî.

Ji bo ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bazirganî nekeve tengasiyê ji 1ê Adara 2020î pê va li qada di navbera Deriyê Sînor ê Xabûrê û Deriyê Gumrikê yê Îbrahîm Xelîlê dorse û ajokar dihatin guherandin û "bazirganiya bêtemas" dewam dikir. Ev rewş di 4ê Hezîranê da hat guherandin û vegeriya wek berê.

Ji ber ku rewş dîsa wek berê normal bû li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê jî çûyîn û hatina wesayîyan zêde bû. Li vir rojê 2 hezar wesayît ji derî derbas dibin û diçin Iraqê.

Şofêr û şirketên îxracatê dikin ji ber vê rewşê kêfxweş in.

Endamê Lijneya Rêvebiriya Yekîtiya Îxracatvanan a Rojhilatê Anadoluyê (DAÎB) Şebap Taşkin daxuyand çûyîn û hatina li ser sînor zêde bû.

Taşkin got ew ji ber vê kêfxweş in û wiha dewam kir: "Deriyê Sînor ê Xabûrê ji bo herêmê pir girîng e, bi hezaran amlabat ji vir nan dixwin. Rojê 2 hezar wesayît diçin û 2 hezar jî tên. Ez spasiya her kesî dikim ku bûn sedem Xabûr bi vî awayî bixebite."

- "Deriyê me yê sînor pir baş dixebite"

Şofêr Mehmet Es jî got ew bar dibe Iraqê û wiha axivî: "Deriyê me yê sînor pir baş dixebite. Her çiqas pandemî hebe jî hejmara wesayîtên diçin û tên gihîşt 4 hezaran. Em şofêr ji ber vê pir kêfxweş in. Em li ser sînor qet ji wesayîta xwe peya nabin, ji peronan em kar û barên xwe dikin û derbasî aliyê din dibin. Ji ber ku em li gumrika Iraqê zêde tên rawestandin, em zehmetiyê dikşînin. Heke ew jî hinekî bilez bin, hejmara wesayîtan wê hê zêdetir be."

Şofêr Seyfettin Tunç jî wiha got: "Em pir hêsan û rehet derbasî aliyê Iraqê dibin. Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê pergaleke pir baş heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.