Hejmara terorîstên di operasyonên Eren-13yê da hatin berterefkirin gihîşt 10î
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand di operasyonên Eren-13yê da li çolbestên Yassidagê ya li ser Eruha navçeya Sêrtê 3 terorîstên din jî hatin berterefkirin, hejmara wan gihîşt 10î.
Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha daxuyand: "Di çarçoveya operasyonên Eren-13yê da li çolbestên Yassidagê ya Eruha navçeya Sêrtê 3 terorîstên din jî hatin berterefkirin, hejmara terorîstên ku îro hatin berterefkirin gihîşt 10î."