Tirkiye

"Hejmara kesên di erdheja Elezîzê da mirin derkete 35an"

Oktay daxuyand hejmara kesên di erdheja Elezîzê da mirin derkete 35an

Türkan Tosun  | 26.01.2020 - Rojanekırın : 27.01.2020
"Hejmara kesên di erdheja Elezîzê da mirin derkete 35an"

Ankara

 Alîkarê Serokomar Fuat Oktay daxuyand hejmara kesên di erdheja Elezîzê da mirin derkete 35an.

Oktay ji bo ku der barê erdheja Sivrîceya navçeya Elezîzê ya bi lerza wê 6,8 bû da agahiyan hilde hat AFADê.

Oktay Navenda Mudaxalayê û Navenda Nirxandin û Şopandina Erdhejê ziyaret kir û ji komên li Navenda Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê dixebitin agahî hilda.

Beriya civînê Oktay daxuyanî da û ji bo kesên mirine sersaxî da gelê Tirkiyeyê, ji bo birîndaran jî şifa xêrê xwest.

Oktay bi bîr xist ku ew û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatine cihê erdhejê û ji keliya ewil a erdhejê vir va xebat tên kirin û sipasiya xebatkarên AFADê kir.

Alîkarê Serokomar Oktay anî ziman him xebatên lêgerîn û xilaskirinê û him jî xebatên xwarin, ragihandin, lojîstîk û sitargehan tên kirin.

Fuat Oktay daxuyand hejmara kesên di erdheja Elezîzê da mirin derkete 35an û Otay paşê bi çapemeniyê ra girtî ji komên AFADê agahî hilda.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.