Hejmara kesên ku ji bo projeya xaniyan a TOKÎyê serlêdan kirine gihîşt 5 milyon û 440 hezarî
Hatay
Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum derbarê Projeya Xaniyan a Sedsalê da got, "Di serîlêdanên me yên ku 10ê mijdarê da dest pê kirin da em gihîştin 5 milyon û 440 hezarî, emê pişkavêtina pêşî di 29ê Kanûna Pêşîn da bikin."
Kurum li navçeya navendî Antakyayê li taxa Emek-Aksarayê civîneke çapemeniyê li dar xist.
- Di projeya xaniyên civakî da hejmar gihîşt 5 milyon û 440 hezarî
Wezîr Murat Kurum derbarê serîlêdanên ji bo projeya 500 hezar xaniyên civakî da agahî da û wiha got:
"Di serîlêdanên me yên ku 10ê mijdarê da dest pê kirin da em gihîştin 5 milyon û 440 hezarî, emê pişkavêtina pêşî di 29ê Kanûna Pêşîn da bikin. Çawa ku me li herêma erdhejê, li 11 parêzgehan, li navçe, bajarok û gundên xwe bi lez û bez dest bi avakirina 600 hezar xaniyan kir, emê projeya xwe ya 500 hezar xaniyên civakî bi heman têgihîştin û biryardariyê pêk bînin."
Kurum diyar kir ku welatiyên malên wan tunene û yên kêmdahat dê bikaribin bi teqsîtên ku ji aîdatan jî kêmtir in, bibin xwediyê xaniyekî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
