Tirkiye

Hejmara eskerên li herêma Pençe-Kilîtê di bin bandora xaza metanê da man, şehîd bûn derket 8a

-Wezareta Parastina Neteweyî: -"Sê rêhevalên me yên qehreman ên din ku di bin bandora xaza metanê da man şehîd bûn, hejmara eskerên me yên şehîd derket heştan."

Huzeyfe Tarık Yaman  | 07.07.2025 - Rojanekırın : 07.07.2025
Hejmara eskerên li herêma Pençe-Kilîtê di bin bandora xaza metanê da man, şehîd bûn derket 8a

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, hejmara eskerên me yên li herêma Pençe-Kilîtê wextê di şikeftekê da xebatên lêgerînê dihatin kirin di bin bandora xaza metanê da man, şehîd bûn derket 8an.

WPNyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha ragihand:

"Di 6ê Tîrmeha 2025an da, li herêma Pençe-Kilîtê li herêma Tepeyê ku raqima wê 852 ye û tê zanîn ku berê ji aliyê terorîstan va wekî nexweşxane hatiye bikaranîn xebat hatin kirin. Sê eskerên me yên qehreman ên din ku di bin bandora xaza metanê da mabûn şehîd ketin, hejmara şehîdên me derket heştan. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike. Em ji malbata şehîdên me yên bikeder ra sersaxiyê û sebrê dixwazin. Serê Hêzên Çekdar ên Tirkan û gelê me yê hêja sax be. Xwedê şifayê bide rêhevalên me yên birîndar."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.