Tirkiye

Hejmara eskerên li herêma Pençe-Kilîtê di bin bandora xaza metanê da man, şehîd bûn derket 12an

Buğrahan Ayhan  | 07.07.2025 - Rojanekırın : 08.07.2025
Hejmara eskerên li herêma Pençe-Kilîtê di bin bandora xaza metanê da man, şehîd bûn derket 12an

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, hejmara eskerên me yên li herêma Pençe-Kilîtê wextê di şikeftekê da xebatên lêgerînê dihatin kirin di bin bandora xaza metanê da man, şehîd bûn derket 12an.

WPNyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha ragihand:

"Di 6ê Tîrmeha 2025an da, li herêma Pençe-Kilîtê li herêma Tepeyê ku raqima wê 852 ye û tê zanîn ku berê ji aliyê terorîstan va wekî nexweşxane hatiye bikaranîn xebat hatin kirin. 4 eskerên me yên qehreman ên din ku di bin bandora xaza metanê da mabûn şehîd ketin, hejmara şehîdên me derket 12an.

Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler digel qademeya rêveberiyê ya TSKyê ji bo lêkolînan û venêrînan bike û beşdarî merasima oxirkirinê ya şehîdan bibe çû herêmê. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike. Em ji malbata şehîdên me yên bikeder ra sersaxiyê û sebrê dixwazin. Serê Hêzên Çekdar ên Tirkan û gelê me yê hêja sax be. Xwedê şifayê bide rêhevalên me yên birîndar."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın