Tirkiye

"Heger xelkê Ewropayê di nav hizûrê da dijîn ev bi saya Tirkiyeyê ye"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Heger îro xelkê Ewropayê li ser axa xwe di nav hizûr û ewlehiyê da dijîn ev bi saya fedekariya xelkê Tirk û Tirkiyeyê ye. Lê em heta hetayê nikarin vê fedekariyê bikin."

Nihat Kavşut  | 23.02.2019 - Rojanekırın : 24.02.2019
"Heger xelkê Ewropayê di nav hizûrê da dijîn ev bi saya Tirkiyeyê ye"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Heger îro xelkê Ewropayê li ser axa xwe di nav hizûr û ewlehiyê da dijîn ev bi saya fedekariya xelkê Tirk û Tirkiyeyê ye. Lê em heta hetayê nikarin vê fedekariyê bikin. Xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî yên li welatê me dijîn jî bêriya mal û welatê xwe dikin. Dixwazin zûtir vegerin welatê xwe."

Erdogan li Meydana Miftîtiyê di mitînga AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji bona veberhênanên der barê tekstîlê da jî bikevin ber teşwîqa herêmî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê xebatên xwe temam kirin û got ku em ê di demeke nêzîk da ji bona vê mijarê Biryarnameyeke Serokomariyê biweşînin.

Erdogan diyar kir îro kesên ji ser axa Sûriyeyê revîn vedigerin herêmên ku bi destê Tirkiyeyê bûne herêmên ewle û wiha axivî: "Ev der Efrîn, Cerablus û Îdlib e. Heta niha 311 hezar xwîşk û birayên me yên ji Sûriyeyê vegeriyane van herêman."

Serokomar Erdogan destnîşan kir heger îro xelkê Ewropayê li ser axa xwe di nav hizûr û ewlehiyê da dijîn ev bi saya fedekariya xelkê Tirk û Tirkiyeyê ye û wiha dewam kir: "Lê em heta hetayê nikarin vê fedekariyê bikin. Xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî yên li welatê me dijîn jî bêriya mal û welatê xwe dikin. Dixwazin zûtir vegerin welatê xwe."

Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser Îdlibê û wiha got: "Em dibêjin 'Werin em herêma Îdlibê bi temamî bikin dereke ewle.' Ji bona vê em bi Îran û Rûsyayê ra xeber didin û em gelekî pêş ketin."

Serokomar Erdogan der barê avakirina herêma ewledar da wiha got: "Daxwaza me ew e ku vê bi mitefîqên xwe ra bikin lêbelê heke firsendeke wisa nedin me jî em biryardar in ku di her şertî da vê bi îmkanên xwe bikin."

Erdogan diyar kir herî kêm nêzî nîv milyon Sûriyeyî ji bo vegerin herêmê li bendê ne ku Tirkiye herêmê (Minbic) bîne asteke ewle û wiha got: "Heger em rojhilatê Feratê jî bikin dereke ewle wê bi milyonan xelkê Sûriyeyê vegere mala xwe. Werin piştgiriyê bidin hewldana Tirkiyeyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.