Tirkiye, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"HDP bila dev ji xapandina mirovan berde"

Dayikeke din jî beşdarî dayikên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Bajarê Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiyê.

05.10.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
"HDP bila dev ji xapandina mirovan berde"

Diyarbakir

Dayikeke din jî beşdarî dayikên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Bajarê Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiyê.

Li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya ku dayikan 3yê Îlonê bi hinceta bi wesîleya HDPyê zarokên wan revandine çiyê dabûn destpêkirin didome.

Menfiye Yildirim ji navçeya Qulpê ji bona Mesut Yildirimê kurê xwe yê ku 2 sal berê revandine çiyê hat Diyarbekirê û beşdarî çalakiya li ber HDPyê bû.

Yildirimê got ku kurê wê dema ku li Diyarbekirê dixebitî revandine çiya û wiha axivî:

"Min ji ser televîzyonê çalakiya dayikan temaşe kir. Min got ez ê jî biçim beşdarî çalakiyê bibime. Bavê kurê min jî nexweş e. Ez gelekî beriya kurê xwe dikim. Kurê min vegere mal xwe êdî."

- "HDP bila dev ji xapandina mirovan berde"

Yildirimê bangî HDPyê kir û got ku bila ew êdî dev ji xapandina mirovan berdin û wiha dewam kir:

"Zarokên xelkê dixapînin, dibine çiya. Ciwanan didin kuştin. Em naxwazin ew bên kuştin. Bila vegerin bên malên xwe. Kurê min were teslim be. HDP jî bila êdî dev ji xapandina mirovan berde. Ciwanên me guneh in. HDPyê kurê min şand çiya. Ew xapandine û şandine çiya. Ka kê kurê min biribe bila dîsa ew kurê min bîne. Ez kurê xwe ji wan dixwazim."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın