Tirkiye

Havînê eleqeya li ser Ekspresa Behra Wanê zêde dibe

Ekspresa Behra Wanê ya di navbera Enqere û Tetwanê da seferên xwe dike ji kesên derdikevin tetîlê eleqeyeke mezin dibîne

Haydar Şahin  | 20.06.2019 - Rojanekırın : 21.06.2019
Havînê eleqeya li ser Ekspresa Behra Wanê zêde dibe

Bitlis

Ekspresa Behra Wanê ya di navbera Enqere û Tetwanê da seferên xwe dike ji kesên derdikevin tetîlê eleqeyeke mezin dibîne.

Bi destpêkirina betlaneya havînê va welatiyên dixwazin ji xwe ra bigerin Ekspresa Behra Wanê ya ji nav tebîetê ra derbas dibe û xweşikahiyan nîşan dide tercih dikin.

Ekspresa Wanê ji Enqere, Qiriqele, Qeyserî, Sêwas, Meletiye, Elezîz, Bîngol û Mûşê ra derbas dibe û tê Tetwana navçeya Bidlîsê ya li perava Behra Wanê.

Rêwiyên ji bajarên cuda li ekspresê siyar dibin di nav tebîeta kesk û hêşîn a Bidlîsê da rêwîtiyê dikin, dîmenên xweşik ên çiyayê Nemrûd û Behra Wanê dibînin.

Welatiyên Ekspresa Behra Wanê ya ji 8 vagonan pêk tê û 320 rêwiyî hildide tercih dikin dema di nav tebîetê da rêwîtiyê dikin dîmenên der û dorê jî dikişînin.

Hasan Durakê bi malbata xwe ra ji Qiriqeleyê derkete rêya Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku bi Ekspresa Behra Wanê rêwîtiyê dikim gelekî kêfxweş e.

Durak wiha axivî: "Me pêşda bilêt sitand. Me dît ku ekspres gelekî rihet e. 24 saet e em di rê da ne. Ji otobêsê rihettir e. Hem rihet e hem jî li ser rê dîmenên xweşik hene me lewma tercih kir. Ez tewsiye dikim ku bira her kes bi ekspresê rêwîtiyê bike."

- "Dibê 2 hefte pêşda meriv bilêtê bikire"

Alîm Yuceyê xwendekarê Beşa Endezyariya Makîneyê ya Zanîngeha Bîlecikê got ji bo kêfê li Ekspresa Behra Wanê siyar bû û wiha axivî: "Gelekî pesnê vagonên binivîn dan. Min xwest van deran bibînim û bigerim. Gelekî baş e û ez memnun im. Dibê meriv werin van deran bibînin. Ji bo rêwîtiyê dibê 2 hefte pêşda bilêt bê kirîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.