Tirkiye

Hat îdiakirin ku Amerîka û Îran di bergîdana vekirina Tengava Hurmuzê da mizakereyên agirbestê kirin

Aybüke İnal Kamacı  | 02.04.2026 - Rojanekırın : 02.04.2026
Hat îdiakirin ku Amerîka û Îran di bergîdana vekirina Tengava Hurmuzê da mizakereyên agirbestê kirin

Ankara

Hat îdiakirin ku Amerîka û Îran di bergîdana vekirina Tengava Hurmuzê da mizakereyên ji bo agirbestê kirin.

Sê rayedarên Amerîkayî ji platforma Axiosê ya ku li Amerîkayê weşanê dike ra axivîn û gotin ku ji bo pêkhatina agirbestê di navbera rêvebiriyên Washington û Tehranê da hevdîtin hatin kirin.

Rayedaran îdia kir ku Amerîka û Îranê di bergîdana cardin vekirina Tengava Hurmuzê da hevdîtina agirbestê kirin, lê hûrgulî nedan bê ka ev mizakere û hevdîtin rasterasr hatin kirin an jî bi rêya navbeynkaran hat kirin.

Rayedaran destnîşan kir, ne diyar e ku di encama van mizakereyan da peymanek wê çêbibe yan na û îdia kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ev îhtimalê hem bi rayedarên rêvebiriyê ra hem jî bi rayedarên ku di rêvebiriyê da cih nagirin ra mizakere kir.

Du kesên ku ji mijarê haydar in jî îdia kirin ku Trump duh bi Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman ra bi têlefonê axivî û agirbesteke muhtemel anî rojevê, her wiha bi Serokê Dewleta Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Mihemed bîn Zayîd Al Nahyan ra axivî.

Di vê navberê da çavkaniyekî din jî got ku Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance di 31ê Adarê da bi navbeynkaran ra li ser agirbesta muhtemel axivî û got ku cardin vekirina Tengava Hurmuzê jî tê da heke daxwazên wan bi cih werin Amerîka ji agirbestê ra nabêje na û ev peyam da Îranê.

Çavkaniyê navborî diyar kir ku Vans gotiye heke peyman çênebe, ew ê li binesaziya Îranê bixin û gotinên Trump dubare kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın