Tirkiye

Hat ragihandin di teqîna li MTAyê da tiştek bi tu kesî nehat

Murat Temizer  | 20.10.2021 - Rojanekırın : 20.10.2021
Hat ragihandin di teqîna li MTAyê da tiştek bi tu kesî nehat

Ankara

Hat ragihandin ku di santrala germkirinê ya saziya Midûriyeta Giştî ya Lêgerîn û Tetqîqa Madenê (MTA) da teqînek çêbû û tiştek bi tu kesî nehat.

Di peyama li ser hesabê Twitterê yê MTAyê da wiha hat gotin: "Di encama teqîna li santrala germkirinê ya saziya me da çêbû tiştek bi tu kesî nehat, midaxeleya li şewatê dewam dike û şewat êdî di bin kontrolê da ye."

Li wargeha saziyê ya li ser rêbejaya Eskîşehirê şeveqê teqîn çêbibû û piştî teqînê şewat derketibû.

Li ser îxbarê ekîbên agirkujiyê derbasî herêmê bibûn û xebatên wan hê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın