Hêzên ewlehiyê li bakurê Iraqê ketin şikeft, kozik û stargehên ku terorîst tê da diman

Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku hêzên ewlehiyê yek bi yek dikevin şikeft, kozik û baregehên ku terorîst tê da diman.
Hat gotin ku têkoşîna li dijî terorê ji her aliyî va dewam dike û di encama lêgerîn û kontrolkirinan da ji şikeftan 20 AK-47 tivingên piyade, 2 doşkayên xerabe, 89 şarjorên tivingên AK-47ê, 7 RPG-7ên cebilxaneya antîtankê, 16 cebilxaneyên antipersonelê yên RPG-7, 40 heb cebilxenayên 81 mîlîmetreyî û hin çek û gule û amûrên din hatin qefaltin.