MARDÎN
Namzedên mamostetiya kurdî yên ku li Zanîngeha Artûklûyê di Enstîtuya Zimanên Zindî de lîsansa bilind a bê tez kirin, heta ku kontenjanên tayînkirinê bên diyarkirin dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva birçîbûnê ya mamosteyên kurdî berdewam dike.
Yûnûs Aslan li ser navê platforma ku li Parka Karayollariyê ya Mêrdînê greva birçîbûnê da destpêkirin, axivî. Aslan got ku wek mamoste li benda tayînkirinê ne lê belê ev daxwaza wan bi cî nayê.
Aslan got ku me di demên cuda de daxuyaniyên çapemeniyê dan û vê daxwaza xwe anî ziman û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me bi tu awayî nekarî derdê xwe vebêjin, tu kesî dengê me nebihîst. Hezar û 700 hevalên me yên mamosteyên kurdî mexdur in. Divê ku ev mexduriyet bi awayekî bê bihîstin. Ji ber vê yekê me jî dest bi greva birçîbûnê kir. Heta ku ev pirsgirêka me, ev mexduriyeta me bê çareserkirin, em dê greva xwe berdewam bikin."
Namzedê mamostetiya kurdî Abdûlcelîl Denîz jî da zanîn ku dê van çalakiyên xwe bi awayekî demokratîk berdewam bikin.