08 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
MARDÎN
Şaredariya Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji bo tezekirina Goristana Şehîdan a Hemîdiyeyê xebatên xwe didomîne.
Qaymeqam Ergun Baysalê ku bi Wezareta Karên Navxweyî bi Biryarnameya Hikmû Qanûnê va wek Wekîlê Şaredarê Nisêbînê hat wezîfedarkirin ji bo serastkirina goristana şehîdan telîmat da.
Li ser vê li goristana ku şehîdên Alaya Hemîdiyeyê lê ne xebat dan destpêkirin.
Li goristanê di kontrola arkeologan da paqijiya moloz û sergoyan tê kirin.

Di daxuyaniya şaredariyê da hat diyarkirin ku goristana ku şahidiya dîrokê dike bi salan e hatiye terkkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku şaredarî xebatan didomîne, ew ê pêşiyê sergoyan ji wê derê rakin, kêlik û kevirên merzelan ên ku di binê axê da mane derxin rûyê erdê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Em ê paşê jî li gor arkeolojî û mîmariya wê çaxê dîwêr li bakurê goristanê çêkin, tabeleyekê di pêşiya wê da bikin û kaniyekê li wê derê çêkin. Di têkoşîna ku li rasta goristanê hat kirin da kêlikên ku li ser bi erebî û osmanî agahiyên leşkeran li ser hatine nivîsandin hatin ditîn. Li ser kêlik û kevirên hin merzelan rutbeya leşkeran hatiye nivîsandin û resma şûr û debançeyan hatiye neqişandin. Li goristanê abîdeya ku bi 5 qedemeyan hatiye çêkirin jî heye."