Tirkiye

Di operasyona PKKya rêxistina terorê ya ku navenda wê li Stenbolê ye da 8 gumanbar hatin girtin

Zeynep Yeşildal  | 16.04.2024 - Rojanekırın : 17.04.2024
Di operasyona PKKya rêxistina terorê ya ku navenda wê li Stenbolê ye da 8 gumanbar hatin girtin

Istanbul

 Li du bajarên ku navenda wan Stenbol e, di operasyona dijî PKK/KCK-PYD/YPGya rêxistina terorê da 8 bersûc hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da ji bo 9 gumanbarên ku li gor tesbîtê endamê PKK/KCK-PYD/YPGya rêxistina terorê ne, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li ser vê hêzên ewlehiyê ketin dewrê û li Stenbol û Mêrdînê di heman demê da operasyon kirin û 8 gumanbar girtin.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina gumanbarê din dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.