Gola Masiyan a Taşliçayê ji ber guherîna Avûhewayê û faktorên mirovî biçûk dibe

Ağrı
Gola Masiyan a li Taşliçaya navçeya Agiriyê, ji ber guherîna Avûhewayê û faktorên mirovî ava wê dimiçiqe.
Gola Masiyan a ku 30 kîlometre li bakurê navçeyê ye û wargeha gelek cureyên çûkan e, bi raqima 2 hezar û 254 mêtroyan bi siruşta xwe ya bedew di her demsalê da bala geştiyaran dikişîne.
Ji ber guherîna avûhewayê û ji ber ku beşek mezin ji pêdiviyên avê yên navenda navçeya Bazîdê ji vir tê dabînkirin, di salên dawî da ava golê dimiçiqe.
Gola ku peravên wê vekişiyane û li ser rûyê avê kevz çêbûye, bi dronê hat kişandin.
- "Li deverên ku berê av lê hebû niha sewal diçêrin"
Dekanê Fakulteya Fen Edebiyatê û Serokê Beşa Erdnîgariyê li Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Prof. Dr. Alperen Kayserili ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku Gola Masiyan biçûk bûye.
Kayserili diyar kir ku vekişîna avê ji golê ne tenê ji ber guherîna avûhewayê ye, di heman demê da bi faktorên mirovî va jî girêdayî ye û wiha domand:
"Mixabin, yek ji çavkaniyên giring ku Bazîd wekî ava vexwarinê bikar tîne Gola Masiyan e. Gol herwiha bi rêya Çemê Sarisuyê qamîşên Bazîdê jî xwedî dike. Dema ku em li xeta kevin û xeta nû di navbera peravê da dinêrin, bi zelalî diyar dibe ku av çiqasî vekişiyaye. Em dixwazin diyar bikin ku parastina vê derê ji hêla jiyana çûkan û hevsengiya ekolojîk ve pir giring e. Ev der di warê geştiyariyê da xwedî qebareyeke mezin e. Li deverên ku berê av lê hebû niha sewal diçêrin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.